Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Talankirina xwezayê ya li Licê rawestînin 2021-04-16 16:11:13   AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bertek nîşanî birîna daran a dema operasyona eskerî ya çoltara Licê hatibû destpêkirin da û banga rawestandina birîna daran kir.   Hat diyarkirin ku di dema operasyona eskerî ya di 13’ê nîsanê de li gundên Dêrxus, Huseynîk, Karahasan û mezrayên girêdayî wan ên navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin de, gelek darên aîdî gundiyan hatibûn birîn. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.   BI QAMYONAN TÊN KIŞANDIN   Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi bîr xist ku têkildarî birîna darên li navçeyê di çapemeniyê de derketine û wiha got: “Li gorî agahiyên ji gelê herêmê hatin bidestxistin, gelek darên aîdî gundiyan hatine birîn û li qamyonan hatin barkirin û kişandin.    ‘BIRÎNA DARAN RAWESTÎNIN’   Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Hemû cîhan hewl dide ku bandora qeyrana avhewayê kêm bikin. Li welatê me di encama birîna daran de, ji holê rakirina daristanan rewşa xetere dide nîşandan.” Di daxuyaniyê de hat xwestin ku demildest birîna daran bê rawestin.