‘Em ê li dijî kanên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin’ 2021-04-13 15:54:41   MÊRSÎN - Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran ê bi gelê gundê Însû yê li dijî kanên keviran li ber xwe didin hat gel hev û diyar kir ku wê li dijî kaneyên keviran bi gel re heta dawiyê li ber xwe bidin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajêr a Mêrsînê di qadên talankirina ekolojî û xwezayê diqewimin de bi gel re tê gel hev. Rêveberên HDP’ê wê hevdîtinên ji bo çar rojan li navçeyên Yenîşehîr, Toroslar, Mezîtlî û Akdenîz yên Mêrsînê serdana xelkê tax û gundan ku li dijî talankirina xwezayê têdikoşin bike. Ji van gundan yek jî gundê Însûyê ye. Di hevdîtinê de Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran, Hevseroka HDP’ê ya bajêr Gulbahar Şofer, rêveberên Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê cih girtin. Şandeya HDP'ê serdana şêniyên gundê Însû yê navçeya Yenîşehîrê li dijî kaneyên keviran têdikoşin kir û li pirsgirêkên gundiyan guhdar kir.    ‘QADÊN JIYANÊ TUNE DIBIN’   Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran li vir axivî û diyar kir ku kaneya keviran a li gundê Însûyê bê çêkirin wê hemû qadên jiyanê yên gund tune bike. Tûran, anî ziman ku cihe ku dixwazin kaneya keviran lê çêbikin gelek cureyên giyayê endemîk û heywanan hene û wiha got: “Ev qad avê dide gundê Însû û gundên din. Bi dînamîtên ku li vir tên teqandin wê kanî tune bin. Di heman demê de cihekî ku bi milyonan fosîlên giya û heywanan di nava xwe de dihewîne ye. Ji bo ku ev der bibe qada SÎT’ê em ê serlêdanê bikin. Em ê bi jeologên Enqereyê re biaxivin. Mixabin li vî welatî çi tiştê bi qiymet hebe dixwazin ser wî pereyan qezenç bikin. Em ê bi gelê xwe re li dijî kaneyên keviran heta dawiyê li ber xwe bidin.”   Şandeya HDP'ê di çarçoveya bernameyê de wê sibê li taxên Kerîmler, Gozne û Ayvagedîgî yên girêdayî navçeya Toroslar serdana xelkê bike.