Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe 2021-03-14 09:08:53 WAN - Rêya masîpankan Cobara Akkopruyê ji qirêjiyê xalî nabe. Welatiyan bertek nîşan dan û diyar kirin ku hem zirar digihê masiyan hem jî digihê wan.    Masîpankên ku li Hewzeya Gola Wanê dijîn, gava ji bo zêde bibin ber bi avên vexwarbar ve diçin. Gava diçin di CobaraAkkopruyê re derbas dibin. LÊ belê robarê rêgeha masîpanka ye ji qirêjiyê xalî nabe.    Welatiyan bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku şaredarî mudaxileyî vê yekê nake û robar paqij nake.   'ZIRAR DIGIHÊ HER KESÎ'    Nûrûllah Patir, anî ziman ku gelek kes çopên xwe davêjin robarê û ji ber vê zirar tenê nagihê candarên di robar de, digihê hemû derdorê. Patir, destnîşan kir ku şaredarî ji bo vê tiştekî nake û got: "Zirar digihê hemû kesên vê derê. Divê rayedar hay ji vê hebin û paqij bikin. Me dixwest ser bê girtin, lê negirtin. Qet nebe bila paqij bikin."    ŞAREDARIYÊ JÎ DI SER GUHÊ XWE RE AVÊT!    Feyzûllah Kaya jî ku got "qirêjî sûcê me mirovan e" destnîşan kir ku rayedar naxebitin û got: "Me gelek caran got, lê kes nehatin. Me got ser cobarê bigirin, qebûl nekirin. Gava av kêm dibe û tav lê dixe bêhan ritamê jê tê. Em dixwazin bê paqijirin. Nexasim jî biharê û havînê pir xirab dibe."    HERÎ ZÊDE TAHDE LI MASIYAN TÊ    Nûh Dînçer jî destnîşan kir ku bi taybetî cobar havînan pir bêhn dide û qirêjî herî zêde tahdê li masiyan die. Dînçer got: "Gava wextê masiyan û zêdebûnê tê, di vir re diçin. Lê rewşa heyî ji bo populasyona masyan xetereyeke mezin e. Hin deverên wê derizîne. Zarok dikevinê. Şaredarî mecbûr e, çareyekê bibîne. Çi hewce be divê bikin."    BANG LI RAYEDARAN KIR    Bûrhan Yaşar jî anî ziman ku cobar du salan carekê tê paqijkirin û bang li rayedarên şaredariyê kir: "Ev cobar heya Duzyolê diçe. Divê şaredarî her meh paqij bike. Lê kes guh lê nake. Ava vê derê pir qirêjî ye. Zarokên têkevin vê avê, zirarê bigihê wan. Lewma divê bê paqijkirin."    MA / Bariş Donmez