Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin 2021-03-13 16:55:16 NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleyên Dersimiyan ên li Edene û Mêrsînê tehrîbkirina Çemê Mûnzûrê ya bi HES û bendavan şermezar kirin û wiha gotin: “Bila çem ne ji bo kar ji bo jiyanê bi herikin.” Komeleya Çand Piştevanî Alîkariyê ya Dersimiyan a Edenê, tehrîbkirina Çemê Mûnzûrê ya bi HES û bendavan bi daxuyaniyekê li Parka Heykellî şermezar kirin. Ji derveyî nûnerên elewî, nûnerên partî û rêxistinên sivîl ên civakî jî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Cîgirê Serokê Komeleyê Alî Narîn axivî û bal kişand ser 22’yê Adarê Roja Avê ya Cîhanê. Narîn, da zanîn ku niha gelek welat nagihin ava paqij û wiha got: “Wê têkoşîna me weke duh îro jî sibê jî bidome bila fikara kesê ji vê nebe. Bila çem ne ji bo kar ji bo jiyanê bi herikin.”   MÊRSÎN   Komeleya Dersimiyan a Mêrsînê jî, bi heman mijarê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyek li dar xist. Di daxuyaniya ku gelek endamên komeleyê tevlîbûyî de pankarta “Xweza ya te ye Mûnzûr yê te ye temaşe neke xwedî derkeve” hat daliqandin. Li ser navê komê Endama Komelya Dersimiyan a Mêrsînê Nûrşen Çiglik daxuyanî da. Çiglik, diyar kir ku weke Dersimiyan destûr nadine projeyên ku qadên jiyanê ji holê rakin û wiha got: “Em rê nadin talana we.”   Daxuyanî bi lêxistina çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.