‘Avakirina 60 santralên din pirsgirêka avê mezintir bibe' 2018-01-21 09:22:11 MÛGLA – Li gor daneyên TUÎK'ê di navbera 2010 û 2016'an de miqdara ava di santralên termîk de dixebitînin duqat zêde bûye. Parêzer Mehmet Orûş bal kişand ser avakirina 60 santralên termîk ên nû û got wê di salên pêş de pirsgirêka ava vexwarinê zêdetir bibe.  Tirkiye di santralên termîk de israr dike. Li gor daneyên Saziya Îstatstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ên 2010 û 2016'an, di sala 2010'an de miqdara ava ji bo santralên termîk dihat bikaranîn 4.2 milyar metrekup bû, lê di sala 2016'an de jî ev 8.6 milyar metrekup e. Sedema zêdebûnê jî ji ber santralên termîk e ku li Tirkiyeyê ji sedî 55'ê enerjiyê ji van santralan tê hilberandin. Li gor daneyên TUÎK'ê tê plankirin ku wê li Çanakkale, Edene, Trakya, Konya, Îzmîr, Mûgla, Zongûldak, Bartin û Kutahyayê 60 santralên termîkê bên avakirin.    Parêzer Mehmet Orûş ê li hemberî texrîbata ekolojîk di warê huqûqî de têdikoşe, anî ziman ku projeyên santralan bi temamî derî mewzûatan tên amadekirin û wê welat veguhere "çopgeha enerjiyê".    Orûş got ku pirgirêka sereke ya der barê santralên termîk de guherîna avhewayê ye û Tirkiye li hemberî Protokola Kyotoyê xwe li nedîtiyê datîne û ji berpirsiyariyê direve. Orûş bi bîr xist ku di lêkolînan de gelek caran hatiye pesendkirin ku pêdivî bi projeyên nû yên enerjiyê tune ye û Tirkiye piraniya enerjiya xwe di sektora hesin-pola, çîmento-seramîk û qadên AVM'yî de bi kar tîne. Orûş destnîşan kir ku tê fêdeya projeyên tên çêkirin li raya giştî tune ye. Orûş diyar kir ku di zivistanê de hişkbûyîn û zuhabûyîn zêde dibe û ev yek jî bi xwe re pirsgirêka avê tîne. Orûş destnîşan kir ku wê bi santralan pirsgirêk mezintir bibe û divê proje li gor mirov û xwezayê bin.    Orûş, diyar kir ku di pêvajoyên biryarwergirtina ji bo qadên ku dê santral lê bên çêkirin welatî nayên daxilkirin û rêziknameyên di Qanûna Parastina Hawirdorê û Nirxandina Karîgerî ya Hawirdoriyî (ÇED) bi awayekî huqûqî nayên birêvebirin. Orûş diyar kir ku asta pêşveçûyînê bi ceryan û hilberandina enerjiyê nayê diyarkirin, dozên ku wan vekirine qezenc kirine, lê belê dîsa jî ev pêvajo tên domandin. Orûş got ku biryarên di vî warî de bi "mudaxileya jor" tên dayîn. Orûş got ku ew ê ji 60 santralên ku tê plankirin bên avakirin, yên bi kêrî raya giştî nayên diyar bikin û pêvajoyên huqûqî bidin destpêkirin. Orûş diyar kir ku daxilbûna gel girîng e.    MA / Ruken Demir