Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin 2020-10-23 12:27:45   DERSIM – Li Kaniyên Mûnzûrê di bin navê “sererastkirina derdorê” de beton hat rijandin û kevirên mermer hatin bicihkirin.    Li Kaniyên Mûnzûrê ya li navçeya Pulurê ya girêdayî Dersimê ji 5’ê tebaxê ve di bin navê “sererastkirina derdorê” de bi makîneyên kar xebat hatiye destpêkirin û didome. Tevî bertek xelkê herêmê û rêxistinên civakî yên sivîl jî ev proje tê birêvebirin û tê payîn li ser Çemê Mûnzûrê pir werin çêkirin.    Her çiqas hat gotin “dê xwezaya wê xera nebe” jî lê hilweşandina li nav Kaniyên Mûnzûrê didome. Niha jî betonê dirêjin û kevirên mermere bicih dikin.