Wê Bodrûmê giştî bikin beton! 2020-10-09 09:09:21 MÛGLA - Endamê Desteya Rêvebir a Konseya Bajêr a Bodrûmê Mîr Bahattîn Demîr ku ji bo Bodrûmê dibêje "pencereya hêşîn ya cîhanê" anî ziman ku zêdetirî milyonek metrekare ya bajêr daxilî nav îmarê hatiye kirin. Demîr, destnîşan kir ku wê bajêr di bin betonê de bimîne.    Demek berê bi biryarnnameyeke serokomarê li Taxa Ortakent-Yahşî ya navçeya Bodrûm a Mûglayê qadeke milyon û 102 hezar û 306 metrekare daxilî nav îmarê hat kirin. Ev yek bû sedem ku rêxistinên hawirdorê û welatî bertek nîşan bidin. Endamê Desteya Rêvebir a Konseya Bajêr a Bodrûmê Mîr Bahattîn Demîr, destnîşan kir ku wê bi vê biryara navbirî bajêr di bin betonê de bimîne.    Demîr, destnîşan kir ku her diçe bajêr hîn bêtir di bin betonê de dimîne û got: "Tim bi helîkopteran li ser Bodrûmê digerin û eraziyên xeîneyê tên tespîtkirin. Bodrûm, hem bi nifûsa xwe, bi trafîka xwe û hem jî bi qelebalixiya xwe êdî nikare ji bin van projeyan rabe. Ji lewra pergala wê ya binerdî tuneye. Li cihekî werê erêkirina porjeyên bi vî rengî pir bêwate ye. Bodrûm, pencereya hêşîn a cîhanê ye."    ‘PROJEYÊN RANTÊ'    Demîr, destnîşan kir ku ji sedî 30'yê îmara bajêr di dest şaredariyê de ye û yê mayî jî di dest Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Turîzmê de ye û got, wê projeyên bi vî rengî di pêş de bibin cihê pirsgirêkine mezin.    Demîr got: "Kî dikare bi vî awayî vê bajaroka nadîde bi kar bîne? Dar tên birîn. Deverên xezîneyê dewrî kesan dikin û jib o rantê bi kar tînin. Ji xeynî projeyên otoban, rê û tûnelan projeyên Santralên Enerjiya Bayî (RES) û Santralên Ceryana Jeotermalî (HES) jî hene."    Herî dawî Demîr destnîşan kir ku bi van projeyên rantê Bodrûm di bin betonê de maye.