‘Mantiqa nimêja fethê ya qeyûm û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e' 2020-10-08 09:02:52 DERSIM - Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan ku bal kişand ser texrîbkirina Avzêmên Mûnzûrê, anî ziman ku mantiqa nimêja fethê ya qeyûmê taynî Şaredariya Qersê hat kirin û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e.  Di 5'ê Tebaxê de di bin navê "sererastkirina derdorê" de mudaxileyî Avzêmên Mûnzûrê hatin kirin ku ev avzêm ji bo elewiyan pîroz in. Xebatên li avzêman hîn jî didomin. Nûnerê Komeleya Hawirdorê ya Mûnzûrê Ozkan Arslan, xwest xebarên li avzêman tên kirin bên sekinandin û dest ji tunekirina cîwarên wan ên pîroz bê berdan.     'DEST NEDIN CÎWARÊN ME YÊN PÎROZ'    Arslan, diyar kir ku di xebatên peyzajê de avzêm hatine texrîbkirin û got: "Divê tu dest negihên avzêman. Heger ev der cihekî pîroz be, nexwe divê gelê me biryar bide bê wê li wir çi bê çêkirin an neyê çêkirin. Dewlet naçe tu cîwarên baweriyê yên tu derdoran û nabêji 2Ez ê vê derê bikim tîcaretxane, bikim cihê pîknîkê.' Lê belê gava mesele dibe baweriya civaka Dersimê, vê yekê dike. Avzêmên Mûnzûrê tenê ne di baweriya me de, li gor gelek baweriyan pîroz in. Ji bo qadên pîknîkê divê cîwarê me yên pîroz neyên tunekirin."   Arslan, destnîşan kir ku mantiqa nimêja fethê ya qeyûmê taynî Şaredariya Qersê hat kirin û texrîbkirina xwezayê heman mantiq e û got, gelek qad hatine tunekirin û pêşkeşî rantê hatine kirin.     Arslan, diyar kir ku tiştên li avzêman tê kirin destpêka talaneke xwazeyê ye û got, ev yek jî li cîwarên wan ên pîroz hatiye destpêkirin. Her wiha Arslan, diyar kir ku projeyên madenan jî di rojevê de ne û got: "Dewletê ji Haci Bektaş bigire heya Behra Reş, ji wir heya Dersimê dest avêtiye her derî. Lê li dijî vê gundî xwedî li qadên xwe yên jiyanê derdikevin. Her kes dadikeve kuçeyan xwedî li xwezaya xwe derdikeve. Em di 1938'an de hatibûn sirgûnkirin. Lê em cardin hatin. Niha jî xwezaya me dorpêç dikin. Xwezayeke wisa heye ku divê belkî careke din hew çêbibe. Ev proje, projeya tunekirina xwezayê ye."    MA / Ayşe Surme