Li Çiyayê Cûdî şewat belav dibe 2020-09-05 14:14:18 ŞIRNEX - Şewata ku duh li gundên Gundikê Remo û Gundikê Spîndarokê yên Şirnexê derketibû belav dibe.    Li bejahiya Gundikê Remo û Gundikê Spîndarokê yên girêdayî navenda Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî duh di seatên şevê de şewat derket. Agirê ku li qada daristanê derket li herêmê belav dibe.    Hat zanîn ku gundî dixwazin mudaxileyî şewatê bikin, lê ji hêla rayedaran ve destûr nayê dayîn ku  mudaxiile were kirin.    Sedema derketina şewatê nayê zanîn û heta niha tu kesî mudaxileyî şewatê nekiriye.