'Bermayiyên nukleerî yên li Gazîemîrê nayên tunekirin, tên firotin’ 2017-12-28 09:10:06 İZMİR – Piştî tespîtkirina bermayiyên nukleerî, Fabrîkaya Zirincê ya Aslan Avci veguhastin Torbaliyê, lêcihê wê yê berê yê li Gazîemîrê talûkeyê dide der. Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya HDK’ê Huseyîn Kandemîr anî ziman ku li navçeyê bûyerê pençeşêrê zêde xwe didin der û bermayiyên ku divê bên tunekirin, li fabrîkayan tên tunekirin.  Fabrîkaya Zirincê ya Aslan Avci ku di sala 1940’î de li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê hat avakirin, piştî tespîtkirina bermayiyên nukleerî di 25’ê Adara 2011’an de veguhastin navçeya Torbaliyê. Di sala 2007’an de li fabrîkayê lêkolîn hatin kirin û di encama van lêkolînan de hat tespîtkirin ku madeyên radyoaktîf hene û ev yek di raya giştî de bûbû cihê bertekên tund. Piştî bertekan cihê fabrîkayê hat guherandin û li Torbaliyê hat avakirin. Lê belê bi qasî 400 metre nêzî wê jî di sala 2015’an de Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê hat çêkirin. Di ser fabrikaya ku li Gazîemîrê hat valakirin nêzî 7 sal derbas bûn, lê belê ji ber newergirtina tevdîran hîn jî talûkeyan dide der. Her wiha ji ber ku fabrikaya nû nêzî nexweşxaneyê ye rê li ber gelek talûkeyan jî vedike.    Endamê Meclîsa Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Huseyîn Kandemîr, diyar kir ku di bin axê de jehriyeke bi hezaran tonî heye û talûkeyê dide der û li şûna fabrikaya hatiye girtin tê xwestin ku tesîsa dêrandina bermayiyên jehrî bê avakirin.   ‘BERMAYIYÊN JEHRÎ YÊN BINAXKIRÎ JI BO CÎHANÊ TALÛKE NE’    Kandemîr diyar kir ku bermayiyên nukleerî bi salan bi awayekî veşarî li qada fabrîkayê hatine binaxkirin û ev yek ji bo ekolojiya cîhanê rîskeke mezin e. Cihê fabrîkaya zirincê  nêzî Nexweşxaneya Dewletê ye. Kandemîr bi lêv kir ku kesên ji bo başbûna nexweşînên xwe diçin wê nexweşxaneyê, tersê wê dê dîsa nexweş bikevin. Kandemîr wiha got: “Wê bermayiyên jehrî bi riya duxanê rê li ber nexweşînên nû vebikin. Ev fabrîke bi salan bermayiyên xwe yên jehrî bi salan li Gazîemîrê kom kiriye û mixabin niha ev rewş li Torbaliyê jî didome.”    ‘BERMAYÎ NAYÊN TUNEKIRIN, TÊN FIROTIN’    Kandemîr dest nîşan kir ku piştî fabrika hatiye veguhastin, rayedarên fabrîkayê çav berdane bermayiyên binaxkirî û ev tişt gotin: “Herî dawî Meclîsa Jiyan û Ekolojiyê ya HDK’ê serdana fabrîkayê kir û me dît ku bermayiyên jehrî bi kemçeyan li kamyonan tên valakirin û bi makîneyên berê bi ava şid tevlî axê tên kirin. A rast divê li gor usûlên teknolojîk ji hev bihatanan dêrandin. Diviya bermayî bihatanan tunekirin, lê belê van bermayiyan wek xurde û buxuran difiroşin fabrîkayan. Di asasê xwe de divê ev bermayiyên jehrî bihatanan berterefkirin.”   'MIXABIN EKOLOJÎ Û XWEZAYA ÎZMÎRÊ XERABÛYE’   Kandemîr got ku welatiyên li nêzî fabrikaya li Gazîemîrê ya hat girtin rûdinên, diyar dikin ku dema ew diçin malên xwe li ser mermeran tozeke zereke dibînin û her wiha bermayiyên ji kulekên fabrîkayê derdiketin bi salan mirov jehrî kirine. Kandemîr diyar kir ku diviya ev yek ne wisa bûna û mehê carekê an jî sê mehan carekê diviya hin kontrol bihatanan kirin û wiha got: “Mixabin ekoloji û xwezaya Îzmîrê xerabûye.” Her wiha Kandemîr destnîşan kir ku wek Meclîsa Jiyan û Ekolojiyê ya HDK’ê wan li taxê hin lêkolîn kirine û tespîtkirine ku li gor bajar û navçeyên din li vir bûyerên pençeşêrê zêdetir in. Kandemîr bi lêv kir ku wê xebatên wan ên di vî warî de bidomin û ew ê têkildarî vê mijarê raporekê amade bikin.    Kandemîr got ku ew ê şopdarê dozê bin û dozên ku wan di vî warî de bi riya parêzeran vekiriye jî hîn didomin. Kandemîr bi lêv kir ku bi baranê re bermayî bêtir dixuyên û careke din derdikevin rû erdê. Kandemîr diyar kir ku bi baranê re ev bermayî diherikin robar û bi vê re hem ax hem jî hewa qirêjî dibe. Kandemîr destnîşan kir ku divê rojek berî rojekê ev bermayî li gor usûlê bên paqijkirin û şûna wan veguherînin qadên hewa paqij.    Her wiha Kandemîr got ku wan bi karkerên li cihê fabrikaya kevn dixebitin wek şêniyên taxên bin axivîne û gotine ku wan bihîstiye dê li vir tesîseke bermayiyan bê avakirin. Kandemîr got ku divê cihên bi vî rengî li derveyî bajaran bên çêkirin û di bin kontrola dewletê de bin.    MA / Ruken Demir