Ozkan: Heta demek kin li Lîbya çareseri tune ye 2020-06-08 09:22:42 STENBOL - Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Ozkan, diyar kir ku heta demek kin li Lîbyayê çareseriyek çawa pêş bikeve nediyar e. Ozkan, bal kişand ser helwesta DYA'yê û piştgiriya Hafter jî û anî ziman ku helwesta DYA dê bi hilbijartina Serokatiyê ya Mijdarê re diyar bibe.  Şerê li Libyayê didome. Ji gelek welatan eskeran dişînin Libya û dixwazin axa Libyayê di nava xwe de parve bikin. Tirkiye jî heta niha bi hezaran eskerên bi pere şandin Libyayê. Gelek hêzên ku di şerê li ser axa Sûriyeyê de bi hevre ne, li ser axa Lîbyayê têne dijberî hev. Serokê Hikûmeta fermî UMH'ê Serraj di 5'ê Hezîrane de bi Serokê AKP'ê û Serokomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan re hatin cem hev. Di heman rojê de Serokê Artêşa Neteweyî Xalife Hafter jî li Misirê gelek hevdîtn pêk anîn. Serokomarê Misirê Abdulfettah Sîsî, li gel Hafter û Serokê Meclisa Temsîlî ya Tobrûkê Akile Salih civînek hevpar pêk anîn. Bi belavokek "Danezana Kahîre" bang li hemû beşên Lîbyayê kir û xwest agirbestê îlan bikin. Welatên Rojhilata Navîn, dewletên Efrîna û Rûsya erênî nêzî vê bangê bû.   'HETA DEMEK NÊZÎK ÇARESERÎ XUYA NAKE'    Pisporê Rojhilata Navîn Îslam Oskan, bal kişand ser geşedanên li Lîbya pêş dikeve û wiha got: "Di demek nêzîk de li Lîbyayê çareserî xuya nabe. Ne muzakere û ne jî mase di rojevê de tune. Li Lîbyayê hêj Xelîfe Hafter xwedî hêz e. Bi mudaxaleya Tirkiyeyê hikûmeta UMH hinek pêş ket. Piştî Tirkiye piştgirî da hikûmeta UHM ya Serraj serdestiya Xelife Hafter hinek paşket. Li Lîbyayê serdestiya Xalife Hafter û hêza wî gelek zêde ye. Erebîstana Siûdî, Emîriyên Yekbûyî yên Ereb û Rûsya li pişt Xelîfe Hafter in. Ev hêzek mezin e. Tirkiye, Îtalya, Îngîlîstan û Qatar jî piştgiriyê didin hikûmeta UHM ya Serraj.    EGER TRUMP BI SER BIKEVE DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDE HAFTER    Îslam Ozkan, anî ziman ku eger Serokê DYA Trump di hilbijartinê de bi ser bikeve dê piştgiriyê bide Xelîfe Haftar. Eger Rêveberiya Tromp di hilbijartinê de bi ser bikeve dê li ser daxwaza Erebîstana Siûdî, Emîriyên Yekbûyî yên Efrîqa û Misirê piştgiriyê bidin Xelife  Hafter. Lê eger Troump di hilbijartinê de têk biçe û Partiya Demokratîk bi ser bikeve, dibe ku Hêza Xelife Hafter xwe paşve bikişîne û dibe ku têk jî biçe. Dîsa li herêmê DAIŞ ji nûve derdikeve qadê. Dîsa dibe hêz. Ev rewşa DAIŞ'ê DYA'yê bêzar dike.      Ozkan, da zanin ku Emirên Yekbuyi yên Ereb (BAE) Erebistana Siûdî yên ku piştgiriyê didin Xelife Hefter li dijî Birayên Misilman şer dane destpêkirin u wiha got:"Libya di vê wateyê de wekî rola pirê dilîze. Di navbera Parzemîna Efrîna û Ewropa de rola pirê dilize. Kî li Lîbyaye serdest de, di heman deme de dê li Parzemîna Efrîqa jî dê serdest be."     HEWL DIDIN XWE BIGÎNÎN XAZA XWEZAYÎ YA ROJHİLATÊ DERYA SPΠ   Ozkan, anî ziman ku hewldana Tirkiye ya li Libyayê ne tenê xwe bigîne petrolê ye û wha got: "Mudaxaleya Tirkiye ya li Lîbyayê li gel bi destxistina petrolê di heman demê de dixwaze xwe bigine çavkaniyên Xaza Xwezayî ya li Rojhilatê Derya Spi. Tirkiye û Hikûmeta Trablus di nava xwe de peymana "Qadên Erka deryayê" îmze kirin. Ev ne peymanek ji rêzê ye. Ev yek dê di qada navneteweyî de jî neyê naskirin."     Ozkan, herî dawî da zanîn ku hêza Hikûmeta Trablûsê ya Serraj nikare bi temanî Hêza Xelife Hafter têk bibe û wiha bi dawî kir: "Niha hevsengiyek zelal hatiye avakirin. Ji sînorê Trablusê hêzê Hafter dûr dixin. Ev yek dê çiqas bidome ya na, de biryarbûna  hikûmeta UHM’ê ya Serraj nişan bide.    MA / İdris Sayılğan