Çalakiyên li Amerîkayê qedexeyan guhdarî nakin 2020-06-03 12:25:41 ENQERE – Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, piştî ku li dijî çalakgeran banga mudaxaleya leşkerî kir, bi rexneyên hevrik, hevalbend û oldaran re rû bi rû ma. Di çalakiyan de 5 polis gule xwarin û li Washingotnê gelek leşker hatin bicihkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trûmp, derbarê çalakiyên ku bi rojan e li dijî xeniqandina George Floyd a bi destê polisekî spî tên lidarxistin de daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa Amerîkayê kiriye dewrê. Trûmp, got ku di asta pêwîst de dê Muhafizên Neteweyî peywirdar bike û waliyên parezgehan ku Muhafizên Neteweyî li kolanan bi cih nekin, li şûna wan ew ê pirsgirêkê çareser bike. Trump ku derbarê kuştina George Floyd de sozê pêkanîna edaletê da, nirxandina wî ya ku şermezarkirinên li welat ne aştiyane dît û weke “terora nav welat” bi nav kir û poz dayîna wî ya Încîlê, di nav çalakgeran de bû sedema zêdebûna hirsê. Di çalakiyan de gelek çalakger û rojnameger birîndar bûne û bi hezaran çalakger jî hatine binçavkirin.   QEDEXEYÊN DERKETINA DERVE   Biryar hat dayîn ku tevahiya hefteyê, piştî saet 20.0’an li New Yorkê, qedexeya derketina derve bê îlankirin. Li kuçeyên Washîngtonê dîsa maşîneyên leşkerî xuya bûn. Lê li Washîngton, New York, Calîfornîa û Pennsylvanîayê çalakger serwerê kuçeyan e. Li New Yorkê nêzî 700 kes hatin binçavkirin.   LI WASHÎNGTONÊ LODGEHA LEŞKERÎ   Li gel ku li Washingtonê bi hezaran Muhafizên Neteweyî hatin peywirdarkirin jî weke planeke hêza teqwiye hat hiştin. Maşîneyên leşkerî ku duh beriya axaftina Trûmp xwanê dikirin, îro li Washîngtonê derketin kuçeyan. 750 leşkerên Tugaya Mudaxaleya Lezgîn a 82’emîn Tumena Daxistinê ya Hewayî û 10 jê tîpa Black Hawk û 4 jê jî tîpa Chînook bi giştî 14 helîkopter li Baregeha Hewayî ya Andrewsê hatin bicihkirin. Beriya niha Tugaya Mudaxaleya Lezgîn a 82’emîn Tumena Daxistinê ya Hewayî, ji ber gengeşiya Amerîkayê ya bi Îranê re ku li Iraqê jiyabû, sewqî Iraqê hatibû kirin. Ji senatoyê hin senatorên komarparêz, piştgirî dabûn piştgirî xwestina ji artêşê.   DERDORA QESRA SPÎ HAT TÊLKIRIN   Piştî şermezarkirinên ku li ser hev hatin lidarxistin, li derora Qesra Spî ku li paytext Washîngtonê ye têlên hesin hatin kişandin. Hat dîtin ku li pişt têlan polisên bi mertal û qasq nobet digirin. Li gel bergiriyan jî çalakger duh dîsa li pêşiya Qesra Spî bûn. Çalakgeran, ji ber têlên ku hatine kişandin, ji bo Trûmp ev dûrişme “Tu niha jî di qefesa xwe de yî” berz kirin.   GILIYA POLISAN HAT KIRIN   Derbarê 6 polisên ku li bajarê Atlantayê, bi çeka elektroşok di wesayîtê de mudaxaleyî 2 kesên ku ji çalakiyê vegeriyabûn, kiribûn û dîmenên vê yekê derketibûn holê de jî li dozgeriyê gilî hat kirin. Piştî vê yekê roja şemiyê her 6 polis ji wezîfeyê hatibûn girtin û wê bi sûcdariya “êrîşa fîîlî ya giran” derkevin dadgehê.   LI PHILADELPHIAYÊ ÇETEYÊN SPÎ   Li Phîladelphîa Fîshtownê, milîsên spî yên serwerkar ku di destê wan de darên beyzbolê hebûn hatin dîtin. Şaredar Jîm Kenney ku biryara êrîşa bi gaza îsotê ya li dijî çalakgeran parast, diyar kir ku wê destûr ji van kesên ku bêyî rayeya wan a qanûnî hebe, hewldana edaleta xwe pêk bînin re neyê dayîn. Dîsa kesê ku li Phîladelphîa Başûr li dikaneke çekan gule berî 4 kesan da û kesekî kuşt, hat girtin.   DI ŞEVEKÊ DE GULE BERÎ 5 POLISAN DAN   Di çalakiyên duh de, Li Las Vegasê gule berî polisekî dan û hat ragihandin ku rewşa wî xeter e. Li St. Louîsê jî gule berî 4 polisan dan lê hat ragihandin ku rewşa wan baş e û di hêla mirinê de sahîlî ne. Polisan, ragihand ku li Las Vegasê di bûyereke din de çalakgerekî çekdar bi gule berdanê hatiye kuştin.   JI YEYE HIŞARIYA HÊZA BÊ KONTROL   Nûnerê Bilind ê Têkiliya Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, jî diyar kir ku ji ber kuştina George Floyd a bi bikaranîna hêza bê kontrol a polisekî, sar bûne û bang li rayedarên Amerîkayê kir ku ji “hêza bê kontrol” dûr bisekinin   ÇI BÛBÛ?   Li bajarê Mînneapolis ê parêzgeha Mînnesota yê Amerîkayê polise spî yê bi navê Derek Chaûvîn (44), welatiyê bi navê George Floyd (46) bin çav kiribû û di bin çavan de 8 deqe çoka xwe li ser sutiyê wî hiştibû û ew xeniqandibû. Piştî bûyerê, polisê kujer Derek Chaûvîn û polisên dema bûyerê li cem wî bûn Thomas Lane, Toû Thao û Alexander Kueng ji peywirê hatibûn girtin. Derek Chaûvîn hat girtin û wê di 8’ê hezîranê de bê darizandin.