Sûriyê xwest Tirkiye demildest leşkerên xwe vekişînin 2017-12-22 16:16:01 NAVENDA NÛÇEYAN -  Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî hebûna leşkerên Tirkiyeyê li Sûriyeyê weke “êrîşkariyê” binav kir û got divê hemû hêzên leşkerî bêmerc ji Sûriyeyê vekişin. Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî di gera 8’emîn a civînên Astanayê de axivî û hebûna leşkerên tirk a li Sûriyeyê wek "êrîşkarî" bi nav kir. Dîplomatê Sûrî xwest ku hêzên biyanî yên li Sûriyeyê bêmerc ji Sûriyeyê vekişin.