Peskov bersiva Erdogan da: Ji bo Îdlîbê senaryoya herî xerab be 2020-02-19 14:10:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Kremlîn Dmîtriy Pezkov, îhtîmala ku Tirkiye li dijî artêşa Sûriyeyê dest bi şer bike nirxand û got: “Evê ji bo Îdlîbê senaryoya herî xerab be.”  Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, di civîna Koma partiya xwe ya TBMM’ê de wiha gotibû: “Tirkiyeyê ji bo tevgera xwe ya Îdlîbê bi her awayî amadekariyên xwe kirine. Weke ku di her operasyonê de, di vê mijarê de jî em bêjin ‘Em ê ji nişkan ve bên.’ Bi awayekê aşkere em bêjin ku operasyona Îdlibê dibe ku her kêlî dest pê bike.” Rûsyayê bersiva van gotinên Erdogan da.   Berdevkê Kremlîn Dmîtriy Pezkov, îhtîmala ku Tirkiye li dijî artêşa Sûriyeyê dest bi şer bike nirxand û got: “Ger ku li dijî hikumeta Sûriyeyê û artêşa Sûriyeyê ya rewa şer bê destpêkirin, ev ê ji bo Îdlîbê senaryoya herî xerab be.”