Pûtîn ferman da ku leşkerên rûsî ji Sûriyê vekişin 2017-12-11 14:11:27 NAVENDA NÛÇEYA - Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn berî serdana xwe ya Tirkiyeyê çû serdana Beşar Esad û Pûtîn li vir ferman da ku leşkerên rûsî ji xaka Sûriyê vekişin.  Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn berî serdana xwe ya Tirkiyeyê bi awayekî suprîz çû baregeha hewayî ya Hmeymîmê. Pûtîn li baregeha hewayî ya Hmeymîmê ji aliyê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ve hat pêşwazîkirin.   Pûtîn berî hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a li Enqereyê serdana baregeha hewayî ya Hmeymînê kir. Pûtîn li Hmeymîmê ji bo hêzên Rûsyayê ji Sûriyeyê vekişin ferman da.    Pûtîn li Hmeymîmê di axaftina xwe de got: "Ez fermanê didim Wezîrê Parastin (Sergey Şoygu) û Sererkanê Giştî (Valeriy Gerasîmov) bila hêzên rûsî vekişin û vegerin noqteya xwe ya daîmî."    Ev cara yekemîn e ku Serokê Rûsyayê Pûtîn serdana baregeha hewayî ya Hmeymîmê dike.