Serokomarê berê yê Yemenê Salih hat kuştin 2017-12-04 15:56:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku Serokomarê berê yê Yemenê Alî Abdullah Salih hatiye kuştin. Partiya wî Kongreya Gel a Giştî kuştina lîderê xwe piştrast kir. Partiya Serokomarê berê yê Yemenê Alî Abdullah Salih a bi navê Kongreya Gel a Giştî destnîşan kir ku serokê wan Salih hatiye kuştin. Li gorî agahiyên ku partiyê dane, li paytext Sanayê li dijî mala Salih êrîşa bombeyî pêk hatiye û di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.