Wezîra Parastinê ya Almanyayê: Dagirkirina Tirkiyeyê rastiyek e 2019-10-24 10:43:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîra Parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tişt got: "Welatekî mîna Tirkiyeyê ku mutefîkê me yê NATO'yê ye, berjewendiyên wê yên ewlehiyê meşrû bin ne meşrû bin, li derveyî hiqûqa navneteweyî herêmekî îlheq kiriye û mirovan ji vir daye koçkirin, ev rastiyek e."   Wezîra Parastinê ya Almanyayê Annegret Kramp-Karrenbauer ku bi pêşniyara xwe ya herêma ewle ya di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ket rojevê, diyar kir ku Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye. Kramp-Karrenbauer têkildarî mijarê ev tişt got: "Welatekî mîna Tirkiyeyê ku mutefîkê me yê NATO'yê ye, berjewendiyên wê yên ewlehiyê meşrû bin ne meşrû bin, li derveyî hiqûqa navneteweyî herêmekî îlheq kiriye û mirovan ji vir daye koçkirin, ev rastiyek e."