Li Îngilistanê di qamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin 2019-10-23 13:18:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Essexê ya Îngilistanê di qamyonekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin.    Li herêma Essexê ya bajaroka Graysê ya paytexta Îngilistan Londonê, di qamyonetekê de cenazeyê 39 kesan hat dîtin. Hat ragihandin ku ji cenazeyan yek jê yê zarokan e. Hat tespîtkirin ku qamyon ji Bûlgaristanê derbasî Îngilistanê bûye û ajokarê wê hatiye binçavkirin. Derdora Herêma Pîşesaziyê Watergladeyê ku qamyonê lê hat dîtin, ji aliyê polisan ve hatiye dorpêçkirin.