Çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên Tirkiye li gelek welatên cîhanê didomin 2019-10-14 11:40:05 NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên protestoyî yên li djî êrîşên Tirkiye ku li dijî Bakur û Rojhliatê Sûriyeyê di 9'ê Cotmehê de dabû destpêkirin li gelek welatên cîhanê didomin. Nûnerên rêxistinên sivîl li gelek bajarên DYA û welatên Ewropa çalakî li dar xistin û operasyon şermezar kirin.    Piştî Trump û Erdogan bi telefonê bi hevre axivîn, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 9'ê Cotmehê de biryara operasyonê îlan kir. Piştrî Erdogan biryara operasyonê îlan kir, TSK û OSO bi hevre li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tang, top û balafirên şer dest bi êrîşê kirin. Êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye di roja 6'an de didomin. Gel û nûnerên rêxistinên civakî yên li dijî şer li gelek bajarên Amarîka û welatên Ewropayê daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Li bajarê San Francisco yê Eyaleta Californiya, Paytextê Îngiltere Londra, Bajarê Hannover yê Almanya, Bajarê Toronto yê Kanadayê bi hezaran welatî daketin qadan û çalakî li dar xistin.    Çalakiyên li bajarê San Francisco şevê din jî berdewam kir. Kurd û dostên kurdan li kolana Marketê rê li trafîkê girtin û meşiyan. Girsê bi pankart, dowîz û dirûşmeyên “Berwxedan jiyan e / serhildan jiyan e”, “Bijî bijî Rojava” bertekên xwe yên li dijî Tirkiyeyê anîn ziman. Meşvanan operasyon şermezar kirin û xwestin Tirkiye operasyonan rawestîne.    LI LONDRAYÊ DEH HEZAR MEŞIYAN   Li Paytextê Îngîltere Londrayê jî bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan li hev kom bûn û meşa girseyî li dar xistin. Nêzi 15 hezar Kurd û dostên Kurdan li pêş avahiya BBC kom bûn û alên YPG, YPJ'ê û posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind kirin. Girsê dowîzên “Li dijî komkujiyê berxwedan, Ji dagirkeriya Tirk re bes e", “Bila seha hawayê bê girtin, komkujî bi dawî bibe" û  “Komkujiyê rawestînin" bilind kirin û dirûşmeya “Rojava em in, em in Rojava”, “Li dijî komkujiyê berxwedan" berz kirin.    Piştî meşê mîtîng li dar xistin. Di mîtingê de Parlamentera Partiya Karkeran Lloyd Russel Moyle, êrîş bi zimanekî hişk rexne kir û xwest seha hewa li Tirkiyeyê bigirin. Gelek nûnerên din jî axivîn û xwest Tirkiye dawî li dagirkeriyê bînin.    LI ALMANYA BI HEZARAN LI DIJÎ ERDOGAN MEŞIYAN    Li bajarê Hannover ê Almanyaye jî bi hezaran welatî li dijî Erdogan daketin kolanan û bertekên xwe yên li dijî êrîşa Tirkiye ya li ser Rojava anîn ziman. Bi hezaran kesan êrîşên Tirkiye şermezar kirin. Girseya ku lipêş HBF kom bûn, heta Qada Steintorê meşiyan. Girsê li vir bê navber dirûşmeya “Terorist Erdogan” berz kirin.    LI KANADA BI HEZARAN MEŞIYAN    Li Bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi hezaran welatî daketin qadan û li dijî operasyonê bertekên xwe anîn ziman. Girse li kolana Bloor û Yonge kom bûn û li dijî êrîşa Tirkiyeyê meşiyan.