Gelê welatên Ewropa li dijî Tirkiye derketin kolanan 2019-10-12 14:39:50 NAVENDA NÛÇEYAN - – Li gelek welatên Ewropa gel li dijî şerê ku Tirkiye 4 rojin bi tang, top û balafiran li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne daketin kolanan. Gel xwest hemû mirov ji bo parastina Rojava rabin ser piyan.  Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tang, top û balafirên şer şer da destpêkirin. Şerê bi tang û topan ê li dijî Bakur û Rojhilat di roja 4’an de didome. Li gelek welatên Ewropayê gel daketin kolanan û li dijî êrîşên Tirkiye bertek û nerazibûnên xwe anîn ziman û xwesk her kes li Rojava xwedî derkevin. Li paytext Londra yê Îngîltereyê, li bajarên Goteborg û Gavle yên Swêd û li Bajarê Vîyana yê Avusturyayê gelê Kurd û gelên sosyalîst daketin qadan û operasyona Tirkiye li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.    Li Hewlerê jî gel bi tevlêbûna 14 partiyên Kurd li pêş Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewlerê daxuyanû dan û xwest Tirkiye dawî li êrîşan bîne.    ÎNGÎLTERE    Li paytext Londra yê Îngîltere piştî 9'ê Cotmehê operasyonan dest pê kir, Bi bi sedan welatî li Îstasyona Piccadily Circus kom bûn. Girsê di çalakiyê de pankart û alên YPG, YPJ û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rakirin dirûşmeyên “Qatil Erdogan”  berz kirin.    OXFORD STREET LI TRAFÎKÊ GIRTIN   Girse li Oxford Circus kom bûn û li ser kolanê rê li trafîkê girtin. Girse piştre heta avahiya BBC'ê meşiyan û tev li girseya ku çend rojin çalakiyan li dar dixin bûn. Girsê bê navber dirûşmeya “Rojava” û "Bimre Erdogan" berz kirin.     SWED    Li bajarê Goteborg ê Swêdê jî girse kom bûn û Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî rojava şermezar kirin. Siyasetmedarê Kurd Abdullah Konya, diyar kir ku kurdan li dijî DAIŞ'ê şer kir û DAIŞ têk birin û niha li şûna DAIŞ'ê Tirkiye ketiye nava tevgerê. Girse li bajarê Govle jî kom bûn û êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin.    AVUSTURYA    Kurd û dostên Kurdan li bajarê Vîyana yê Avusturya jî daketin qadan û li pêş Karlsplatz Opera mîtîng li dar xistin. Girsê li vir alên YPG, YPJ, PYD berz kirin.    HEWLER   Li Hewlerê jî 14 partiyên kurd û nûnerên rêxistinên civakî li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û li pêş Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Hewler daxuyanî dan.