Wezîrê Parastina DYA Esper: Tirkiye aramiya herêmê xera dike 2019-10-11 19:56:53 WASHÎNGTON - Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mark Esper, diyar kir ku wan Kurd terk nekirine û wê bi wan re li herêmên din ên Sûriyeyê xebatên xwe berdewam bikin û wiha got: “Tirkiye bi van operasyonan aramiya hearêmê xera dikin."    Operasyon û êrîşa ku TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin di roja 3'n de berdewam dike. Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Mark Esper, diyar kir ku wan Kurd terk nekirine û wê bi wan re li herêmên din ên Sûriyeyê xebatên xwe berdewam bikin û wiha got: “Tirkiye bi van operasyonan aramiya hearêmê xera dikin. Em bi operasyona eskerî ya Tirkiyeyê ku li dijî Sûriye pêk tîne re rû bi rû ne. Ji bo em eskerên xwe yên li herêmê biparêzin têdikoşin. Tirkiye bi vê operasyona li dijî Bakurê Sûriyeyê aştî û aramiyê xera dike."