Bijîjkên Sînor Nenas: Bi êrîşê re nexweşxaneya li Grê Spî hat girtin 2019-10-11 13:04:52   CENEVRE - Saziya Bijîjkên Sînor Nenas ên Navneteweyî ragihand ku li Grê Spî nexweşxaneya ku endamên wan jî lê dixebitin, ji ber êrîşên Tirkiyeyê hatiye girtin.   Saziya Bijîjkên Sînor Nenas ên Navneteweyî (MSF) ku navenda wê li Swîsreyê ye, têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Berpirsyarê Maseya Sûriyeyê yê MSF'ê Robet Onûs diyar kir ku di 24 saetên dawîn de gund û bajarên li ser sînor bomberdûmanek zêde heye û ji ber pevçûnên dijwar mirov ji bo ku xwe bigihînin deverên ewle heremê terk dikin. Onûs da zanîn ku ev rewş bandoreke neyînî li ser mirovan dike û wiha got: "Ji berê ve jixwe xizmetên tenduristiyê yên li vê herêmê bi sînor dihatin kirin, lê niha ji ber êrîşan dayîna xizmeta tenduristiyê hatiye asta bidawîbûnê."    NEXWEŞXANEYA GRÊ SPÎ HAT GIRTIN   Onûs bal kişand ser girtina nexweşxaneya li Grê Spî ya ji ber êrîşên Tirkiyeyê ku endamên wan jî lê dixebitîn û ev tişt anî ziman: "Gelek peywirdarên tendirustiyê ji ber êrîşan bajar terk kirine Koma MSF'ê jî derbasî cihekî din bû. Halbûkî nexweşxaneya li vir hem pêwîstiyên mirovên li Grê Spî hem jî pêwîstiyên mirovên li bajarên derdorê jî dibersivand. Bajarê Grê Spî ku berê bi rih bû niha wergeriyaye bajarekî xeyalet. Di şerê 8 salan de mirovan gelek caran malên xwe terk kirin û ketin derdê dîtina cihê ewle."   Di berdewama axaftina xwe de Onûs destnîşan kir ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê saziyên mirovî gelek bi sînor tevdigerin û ji ber vê yekê bi sînor xizmet digihîjin mirovên li qadên şer û wiha pêde çû: "Em bang dikin hemû aliyên pevçûnê komên sivîl û tenduristiyê biparêzin û rê bidin ku xwe bigihînin hemû herêmê."   'DIVÊ QADÊN SIVÎL BÊN PARASTIN'   Berpirsyarê Nûnertiya Taybet a Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Nejat Rochdî jî diyar kir ku ji destpêkêkirina êrîşê ve alîkariyên mirovî bi zehmetî tên kirin û wiha got: "Divê ku êrîşên leşkerî ne li dijî hiqûqa mirovî ya navneteweyî bin. Divê ku qadên sivîl bên parastin û destûr bê dayîn ku alîkariyên mirovî bigihîjin van deveran."