Li Cinêwê operasyon hat şermezarkirin 2019-10-10 22:13:02   CINÊW - Li Cinêwê, bi sedan kes êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.    Li bajarê Cinêwê yê Swîsreyê, operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojavayê Sûriyeyê hat şermezarkirin. Çalakî li Qada Neûveyê pêk hat. Gelek parlementer, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî jî di nav de bi sedan kes tev li çalakiyê bûn. Kesên li hev kom bûn û êrîşa Tirkiyeyê şermezar kirin xwestin demildest êrîş bên rawestandin.    Di çalakiyê de ji DYA û welatên Ewropayê hat xwestin ku bi ser Tirkiyeyê de biçin û ji Swîsreyê hat xwestin ku têkiliyên xwe yên bazirganî yên bi Tirkiyeyê re qut bike.    Her wiha wê têkildarî mijarê sibê saet di 15:00'an de li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî jî mîtîngek bê lidarxistin.