Fransayê Sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê vexwend Wezareta Karên Derve 2019-10-10 15:31:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezaret Karên Derve ya Fransê, di çarçoveya êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Hakki Mûsa vexwend wezaretê.    Wezaret Karên Derve ya Fransê, sefîrê Parîsê yê Tirkiyeyê Îsmaîl Hakki Mûsa vexwend wezaretê. Çavkaniyên dîplomatîk dibêjin ku sefîr Mûsa di nav rojê de di çarçoveya êrîşa Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de biçe wezaretê. Ajansa Nûçeyan a Reûtersê ku nûçeya xwe spartiye çavaknaiyên dîplomatîk vexwendina Mûsa a wezaretê weke dayîna notayê ragihandiye.