UNÎCEF’ê bertek nîşanî operasyonê da: Wê encam dramatîk be 2019-10-10 12:03:45 CENVRE - Seroka Lijneya Rêveberiya UNÎCEF’ê Henrîetta Fore, bertek nîşanî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û ev hişyarî kir: “Di warê mirovî de, wê encamên dramatîk derbikevin holê.”   Seroka Lijneya Rêveberiya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) Henrîetta Fore, li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket.     Fore, di daxuyaniya da de wiha got: “Em pêşketinên herî dawî yên li Sûriyeyê, di nava fikarên mezin de dişopînin. Em bang li hemû aliyan dikin ku li gorî mafê mirovan û hiqûqa mirovî ya navneteweyî tevbigerin. Bi awayekê zêde li qadên sivîlan çek tên teqadin û ev zirarê dide zarokan. Divê zarokên bêparastin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku niha dibin operasyonek leşkerî de ye, bên parastin. Ev operasyon di warê mirovî de, wê encamên dramatîk derbikevin holê.”    Fore, bertek nîşanî operasyonê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke ku me berê jî gotibû, divê ne şer, çareseriya polîtîk bê esasgirtin.”