Mcgruk : DAIŞ di nava vê aloziyê de ji nûve ava dibe 2019-10-09 20:50:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê Brett Mcgruk, piştî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku encama van êrîşan wê giran be û wiha got: "DAIŞ di nava vê aloziyê de xwe amade dike ku xwe ji nûve ava bike. "    Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan îro saet di 16.00'an de îlan kir ku TSK operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin. Piştî TSK'ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye dest bi operasyonê kir, balafirên şer ên TSK'ê ji Amedê rabûn û gelek gundên  Bakurê Sûriyeyê bombe kir. Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê yê DYA'yê Brett Mcgruk, piştî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku encama van êrîşan wê giran be û wiha got: "DAIŞ di nava vê aloziyê de xwe amade dike ku xwe ji nûve ava bike. "