Graham: Tirkiye kevirên rêya diçe dojehê datîne 2019-10-09 19:15:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Senatorê Komarparêz ê DYA'yî Lindsey Graham bertek nîşanî operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: "Eger agahiyên operasyonê rast bin û Tirkiye ketibe Sûriyeyê, kevirên rêya diçe dojehê datîne."     Senatorê Komarparêz ê DYA'yî Lindsey Graham bertekên tund nîşanî Serokomar Tayyip Erdogan û operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: "Eger agahiyên operasyonê rast bin û Tirkiye ketibe Sûriyeyê, kevirên rêya diçe dojehê datîne. Ji muttefikên me yên Kurd re dua bikin. Ew ji aliyê hikûmeta Trump ve bi awayekî bê xem hatin terkkirin. Ev garandiya ku DAIŞ ji nûve aş bide ye. Ji bo Erdogan bedelên giran bide ezê ji Kongreyê re serokatiyê bikim. Hêj rê heye bang dikim ku ji vê rêyê vegerin."