Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê: Operasyona binpêkirina biryara KENY'yê ye 2019-10-09 15:45:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, bertek nîşanî sewqiyata leşkerî ya ser sînor a Tirkiyeyê ya ji bo operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û diyar kir ku ev yek binpêkirina biryara KENY'yê ye.   Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê, tekildarî sewqiyata leşkerî ya ser sînor a Tirkiyeyê ya ji bo operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA'yê, rayedarekî wezaretê ragihandiye ku gefên operasyonê binpêkirina biryara Konseya Elehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku ji yekparebûn û serweriya Sûriyeyê ye re rêz digireye. Rayedar da zanîn ku daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ên ji bo amadekariyên operasyonê, bi awayekî zelal nêrîna Erdogan a ji bo berfirehkirina dagirkirina Sûriyeyê nîşan dide.