Pentagon: Me leşkerên xwe ji qada operasyonê derxistin 2019-10-08 23:09:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Pentagonê, daxuyand ku ji bo ewlehiyê wan leşkerên xwe ji herêma operasyonê derxistiye.    Wezareta Parastinê ya DYA'yê (Pentagon), daxuyand ku Amerîka leşkerên xwe ji herêma Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Kurdistanê derxistiye.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hîn jî em li ser fikra xwe ya herêma biewle ne. Lê mixabin Tirkiye bi awayekî yekalî tev geriyaye."