Çapemeniya DYA: Erdogan xwest berpirsiyariya DAIŞ'ê bide ser xwe 2019-10-08 15:02:21   ENQERE – Çapemeniya DYA, bal kişand ser naverok û hûrguliyên navbera axaftina Erdogan û Trump a bi telefonê. Kovara Newsweekê, di nûçeya xwe de diyar kir ku Erdogan pêşniyar kiriye ku berpirsiyariya girtiyên DAIŞ'ê bigirin ser xwe.    Di 6'ê cotmehê de Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokê DYA'yê Donald Trump, bi telefonê axivîn. Piştî vê axaftinê Trump diyar kiribû ku xwe vedikişîne û Tirkiye dest bi hewldanên operasyona li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Çapemeniya DYA cih da naveroka hevdîtinên di navbera Erdogan û Trump de. Kovara Newsweekê û malpera NBC Newsê cih dan naveroka axaftinan û agahî parve kirin. Kovar û ajansê diyar kirin ku Trump, biryara vekişandina eskeran a ji ser sînorê Suriyeyê li ser israra Erdogan girtiye. Kovar û ajansê destnîşan kirin ku Trump beyî agahî bide şewirmend û Pentagonê ev biryar stendiye.      3 rayedarên di Nûçeya malpera NBC Newsê de agahî parvekirin, agahiyên li pişt perdê aşkere kirin. Rayedaran ev agahî dan: “Roja yekmeşê di navbera Trump û Erdogan de hevdîtina telefonê pêk hat. Serokê Tirkiyeyê hefteya borî di Civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de bi Trump re rû bi rû hevdîtin nekiribû. Trump ji bo hêrsa Erdogan kêm bike ev telefon pêk anî. Erdogan ji ber ku xwest ji bo stendina fuze ya ji DYA'ê bi Trump re hevdîtin bike. Lê ev daxwaza wî tenê di resepsiyonda rêberên cîhanê de pêk hat. Erdogan ji ber bêtemasiyê bêzar bû. Erdogan ev agahî bi rayedarên DYA re parve kiribû. "    Rayedarê ku ji NBC News'ê re axivî wiha got: “Trump xwest dilê Erdogan bistîne. Axaftina telefonê ya yekmeşê wekî dihat xwestin pêş neket. Rayedaran anîn ziman ku di vê telefonê de Erdogan pir israr kir ku wê têkeve Bakurê Sûriyeyê. Dawetiya Trump a Qesra Spî jî ew îkna nekir. Rayedaran anîn ziman ku Trump gotiye 'Ger ku Tirkiye operasyonê pêk bîne, DYA wê bi temamî xwe ji Sûriyeyê vekişîne û Erdogan hişyar kiriye. Rayedaran anîn ziman ku Trump Erdogan hişyar kiriye û gotiye "Ger hûn vê yekê bikin qet hûn piştgiriyê nastînin û Erdogan li gel ku Trump li dijî vê yekê derketiye jî bi israr ev biryar stendiye.      Kovara Newsweekê jî, di nûçeya xwe de diyar kir ku Erdogan pêşniyar kiriye ku berpirsiyariya girtiyên DAIŞ'ê bigirin ser xwe.  Kovarê cih da agahiyên çavkaniya Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerikan û wiha got: "Trump di axaftin û muzakereyên bi telefonê de têk çû û bê parastin ma. Serokê DYA di hevdîtinê de diyar kir ku wê piştgiriyê nede operasyona eskerî, lê ji bo rê li pêş vê yekê bigire wê di qada aborî de ceza bike."    Çavkaniyê anî ziman ku pêşniyara ku Tirkiye berpirsiyariya DAIŞ'ê bide ser xwe Erdogan bi xwe avêtihe holê û qebûl kiriye. Çavkanî da zanîn ku mijara di navbera du serokên dewletan de 2 hezar DAIŞ'ê di kontrola QSD'ê de û aqûbeta wan bû. Newsweek, wiha cih da vê agahiyê: “Trump ji Erdogan re anî ziman ku niha berpirsiyariya Girtiyên DAIŞ'ê yên li Sûriye di venêrtina DYA de ye û naxwaze tu eleqe wan bi van kesan hebe. Diyar kirin ku niha QSD wan kontrol dike. Erdogan jî xwestiye berpirsiyariya mîlîtanên DAIŞ'ê bide ser milê Tirkiyeyê."