Îranê pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir 2019-10-08 11:12:13   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf diyar kir ku li hemberî liv û tevgereke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Tirkiyeyê kir   Ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îranê ve hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavûşoglû bi rêya telefonê, ji bo nirxandin rewşa dawîn a operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevdîtinek kirine.    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de Çavûşoglû destnîşan kiriye ku dê ji yekparebûna Sûriyeyê re rêz bigirin û operasyon demkî be.    Di daxuyaniyê de têkilarî helwesta Îranê ya ji bo operasyonê jî hat diyarkirin ku Zarîf ji Çavûşoglû re gotiye ku ew li dijî operasyona leşkerî ne û xwestiye ku ji yekparebûna Sûriyeyê re rêz bigire.    Her wiha hat destnîşan kirin ku Zarîf têkildarî geşedanên dawîn ên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pêşniyara Mutabaqata Edeneyê li Çavûşoglû kiriye.