Perestgeha Êzidiyan a herî mezin a cîhanê ji bo îbadetê vebû 2019-09-30 12:25:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ermenîstanê, perestgeha “Qûba Mêrê Dîwanê” ya Êzîdiyan a herî mezîn a cîhanê ya duh jî bo îbadetê hat vekirin. 7 qubeyên li dûra banê bikember a perestgehê ku weke sembola rojê tê binavkirin, di baweriya Êzidiyan de 7 serferişteyan teswîr dike.    Perestgeha Êzidiyan a di sala 2015’an de li gundê Aknalîch a 35 km dûrî paytexta Yerevan a Ermenîstanê dest bi avakirina wê hat kirin, duh ji bo îbadetê hat vekirin. Perestgeh ji aliyê karsazê Êzidî Mîrza Sloyan hat finanse kirin. Perestgeh nêzî 25 metran bilind û navê “Quba Mêrê Dîwanê” lê hatiye kirin. Ev perestgeh, perestgeha herî mezin a Êzidiyan a cîhanê ye.    Li derdora perestgehê 7 qubeyên bilind û nizim hatine avakirin. Qubbeya herî bilind a weke serferişte tê binavkirin, tê wateya Melekê Tawîs.Di  ketina perestgehê de, rojek herî mezin a weke sembola herî pîroz a Ezidiyan tê zanîn, hatiye bicihkirin. Di serê hemû qubbeyan de sembola rojê heye. Di nava perestgehê de jî odeyên pirtûkxanê, konferans, istasyona TV û semînerên teolojik hene. Di heman demê de navendeke çandê jî heye.    Rêberên ruhanî, siyasetmedar û nûnerên Ezidiyan ên diyasporê beşdarî vekirina perestgehê bûn. Li gorî îstatîstîkên fermî, heya sala 2011’an jî li Ermenîstanê nêzî 40.000 Êzidî dijiyan.