Puigdemont: Hûn dê kengî dengê Katalan qebûl bikin? 2017-11-08 15:17:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Katalanyayê Carles Puigdemont ku derbarê wî de biryara girtinê heyî û niha li Belçîkayê, bang li Yekitiya Ewropayê kir û wiha got: “Ewropaya we ji pêşniyarî me kir ev e. Hûn dê kengî dengê Katalan qebûl bikin?”  Serokê Katalanyayê Carles Puigdemont, li Brukselê bi şaredariyên Katalanyeyê li hev civiya. Puigdemont, bang li Parlamentoya Ewropa û Komîsyona Ewropayê kir û wiha got: “Gelo hûnê hîna alîkarî bidin darbeya dewletê ya Bay Rojoyu? Ma hunê kengî encamên dengên Katalan qebûl bikin?’’ Pûîgdemont û 4 şêwirmendên wî yên wezîr ev heftiyeke li Belçîka li sirgûnê ne. Derbarê wan de Ewropayê biryara girtinê da. 8 wezîrên hikûmeta Katalan jî ji hêla Spanyayê ve hatin girtin.   Nêzî 200 şaredarên Katalan destek dan Serokwezirê Katalan. Puîgdemont û şaredar li cem saziyên Yekîtiya Ewropayê helwest nîşan dan. Puîgdemont bi bîr xist ku dest li ser hikûmet û parlamentoya Katalan danîn û wiha bilêv kir: “Katalonya li Ewropayê tekane parçeya xakêye ku kêmasiya demokratîk lê heye.’’ Puîgdemont wiha domand: “Birêz Jûncker û Tajanî Ewropaya ku hûn dixwazin bi wî welatî re ava bikin ev e, rêveberên wê hatin girtin? Ewropaya ku we pêşniyarî me kir ev e?”