Kesekî li Teksasê 26 kes kuştin 24 kes jî birîndar kirin 2017-11-05 22:26:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eyaleta Teksasê ya DYA'yê di êrîşa li dijî Dêrê de 26 kes mirin û 24 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku polîsan kujer li cihê bûyerê kuştin.  Li Eyaleta Teksasê ya DYA'yê kesekî êrîşî kesên hundirê dêrê kir. Li gorî çavkaniyên herêmî kesekî li herêma Sutherland Springs a Eyaleta Teksasê bi çekan êrîşî kesên hundirê dêrê kir. Di êrdîşê de 26 kasan jiyana xwe ji dest dan û 24 kes jî mirin. Kesên birîndar bi helîkopteran rakirin xweşxaneyan. Hat zanîn êrîşkar kesê 26 salî Devin Patrick Kelley ye. Di salên 2009-2013'an de di hêza Hewayî ya DYA'yê de cih girtiye.  Di demên dawî de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşên li dijî welatiyên sivîl gelekî zêde bûn. Herî dawî li Eyaleta Teksasê ya Amerîkayê kesê bi çekê ket dêrê êrîşê welatiyên amerîkî kir hat û gelek kesan jiyana xwe ji dest da.  Li gorî agahiyên ku şêniyên herêmê dane, kesê êrîşkar gelek çaran çeka xwe guhertiye û dengê çekan ji dêrê bilind bûye. Hat gotin ku di dema êrîşê de di dêrê de 50 kes hebûne, seronomiya diayan dihat kirin. Dêra bi navê Sutherland Springs qasî 30 kîlometreyî dûrê San Antonioyê ye û tekane "dêra vaftizê" ye.Şerîfê Wilson Contyê Joe Tackit der barê êrîşê de agahî da û aşkera kir ku gelek mirî û birîndar hene; lê hêj hejmar nehatiye diyarkirin.