Dadgehê serxwebûna Katalonyayê betal kir 2017-10-31 16:21:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê, serxwebûna Parlamentoya Katalonyayê ya ku di 27’ê Îlonê de îlan kir, betal kir. Berdevkê Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê aşkera kir ku dadgehê, îlankirina serxwebûnê ya ji aliyê Parlamentoya Herêma Katalonyayê ve ku di 27’ê Îlonê de ragihandibû betal kiriye.   Berdevk her wiha ragihand ku Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaz kiriye ku Berdevkê Parlamentoya Katalonya û 2 wekîlên paye bilind di 2-3’yê Cotmehê de bên îfadeyê bide.