Di erdheja Meksîkayê de 224 kes mirin 2017-09-20 10:32:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Meksîka erdheja hêza wê 7.1 pêl pêk. Di erdhejê de herî kêm 224 kes mirin. Serokê Meksîka Enrique Pena Nieto, diyar kir ku li Mexico City 27 avahî xera bûn. Li Meksîkayê erdheja hêza wê 7.1 pêl pêk hat. Di erdhejê de herî kêm 224 mirov mirin. Walîyê eyaleta Morelos di hesabê Twitterê de dîyar kir ku li wir 42 kes jîyana xwe ji dest dane. Nieto ji ser Twitterê bang li gel kir ku ji qadan û sûkan bo tîmên alîkarîyê vekin. Navenda Lêkolînên Jeolojîk yên Amerîka (USGS) da zanîn ku ev erdhej ne berdewama erdheja 11 roj berê pêk hatiye ye. Pisporê Navenda Saziyê Paul Earle da zanîn ku di navbera her du navendên erdhejê de 650 kîlometre durê hev in. Erdhejên dumayîk pirtir di nava 100 kîlometre mesafeye de pêk tên. Di hesabê destpêkê de 30 milyonî zêdetir kes erdhejî hîs kirine. Navenda Lêkolînê ya Jeolojîk ya Amerîkayê diyar dike ku fikara hejmara miriyan dibe ku zêde be. Tê diyarkirin ku xesar zêdeye û ev jî fikarê zêdetir dike.