Jina bi zorê zewicandin 13 kes kuştin 2017-10-31 13:56:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Jina li Pakistanê bi zorê zewicandin, di nava malbatê de zext dît û tiştên nediwest pê didan kirin. Jinê ji heman malbatê 13 kes kuştin. Jina bi navê Asiye Bîbî bi zorê bi mêrekî re zewicandin û Bîbî hem mêrê ku pêre zewicî û hem jî ji malbatê 13 kes kuştin. Hat diyarkirin ku Bîbî di meha Îlonê de bi zorê hatiye zewicandin û jehr tev li xwarinê kiriye û 13 kes kuştiye. Hat gotin piştî bûyerê Bîbî bi 2 kesan re hatiye binçavkirin. Polîsê bi navê Uveyîs Ahmed der barê bûyerê de agahî da û piştrast kir ku 13 kes hatine jehrîkirin, 14 kes jî rakirine nexweşxaneyê.   Li Pakistanê bi taybetî li herêmên çoltarî û li cihê xizanî lê zêde ye, zewaca bi zorê û di temenê piçûk de zêde ye û jin li dijî van zextan têkoşînê didin.