DAIŞ'ê li Humusê 128 sivîl qetil kirin 2017-10-23 16:00:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Ewropa, diyar kir ku DAIŞ'ê li Hûmusê herî kêm 128 welatiyên sivîl qetil kirin.  Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriye ku navenda wê Londra ye, diyar kir ku DAIŞ'ê li Bajaroka Karyatîn a bajarê Humusê 128 welatiyên sivîl qetil kirine. Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan daxuyanî da û anî ziman ku DAIŞ'ê di nava 3 hefteyan de 128 kes qetil kirine. Mala Çavdêriyê destnîşan kir ku 128 kesên hatin qetilkirin bi îdîaya "sîxurê rejîmê ne" hatin kuştin. Mala Çavdêriyê destnîşan kir ku endamên DAIŞ'ê yên ji operasyona Artêşa Sûriye reviyan û êrîşî Karyatinê kirin û di serê Cotmehê de bajarok dagir kirin. Mala Çavderiyê da zanîn ku Karyatin  roja şemiyê ji aliyê Artêşa Sûriye ve dîsa paşve hatibû girtin.    Artêşa Sûriye demek e li qada Dêra Zor li dijî DAIŞ'ê şer dike. Li herêma bejayî Îran û ji hewa ve jî balafirên Ûris piştgiriyê dide Artêşa Sûriye.