Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin 2018-08-04 12:18:12   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Rûsyayê helîkoptereke şîrketeke hewavaniyê piştî firîna xwe demeke kurt ket û 3 muretebat û 15 rêwî jiyana xwe ji dest da.   Li herêma Krasnoyarskê ya Rûsyayê helîkoptereke tîpa Mi-8 a şîrketa hewavaniyê ya Ûtaîrê piştî firîna xwe demeke kurt bi lez û bez xwe bi awayekî tund danî. Dema ku helîkopter xwe danî ket û bi ketina xwe re agir pê ket. Di encama ketinê de 3 muretebat û 15 karkerên Qada Vankor Petrolê jiyana xwe ji dest da.    Hat ragihandin ku qeza nêzî Îstasyona Sewqkirina Vankor Petrolê pêk hatiye. Rayedarên rûs ragihandin ku dibe helîkopter ji ber şaşiya pîlot û pirsgirêkeke teknîkî ketibe.  Her wiha tê gumankirin ku helîkoptera ketî bi helîkoptereke ku bar kişandiye qelibîbe û ketibe.