Rûsya: Dema wê bê dê Tirkiyeyê ji Sûriyeyê bê derxistin 2018-08-01 15:36:35   AVENDA NÛÇEYAN – Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Aleksandr Lavrentyev diyar kir ku dema wê bê dê ji bo bi dawîkirina dagirkeriya Trkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê, israr bikin.   Tê payîn ku di meha îlonê de Tirkiye malovaniya civîneke bilind ku bi beşdariya Almanya, Fransa û Rûsyayê ji bo paşeroja Sûriyeyê bê lidarxistin, bike. Di vê pêvajoya ku Tirkiyeyê ji xwe girîng dibîne de ji aliyê Nûnerê Taybet ê Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Aleksandr Lavrentyev ve têkildarî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Sûriyeyê daxuyaniyek bakêş hat dayîn.    BÊN DERXISTIN   Li gorî nûçeyeke ku di Spûtnîkê hatiye weşandin de nûnerê taybet Lavrentyev hevpeyvîn daye çapemeniya Rûsyayê û ev tişt gotiye: “Em bên mijara deverên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kontrolkirin. Ev der di navbera Azez û Cerablûsê de qadeke berfireh e. Heke Tirkiye li Idlîbê be ev li gorî berpirsyariyên xwe yên ji bo ewlehiya Idlîbê ye.”   Lavrentyev da zanîn ku her tim ji Tirkiyeyê re ragihandine ku dema peywira wê bidawî bibe dê leşkerên tirk ji van deveran bên veqetandin û wiha pê de çû: “Dema ku li van deveran şert û mercên pêwîst û ewlehî pêk were dê ji bo vekişandina leşkerên tirk ên li van deveran israr bikin. Dê paşê jî pêvajoya girêdana van deveran dest pê bike.”   REVIYAN ÎDLIBÊ   Idlîb yek ji 4 herêmên ku di hevdîtinên Astanayê yên ku bi garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dihatin lidarxistin de biryar kêmkirina şer li wan hatibû ragihandinê ye. Li gorî peymanê ewlehiya taxên nav Idlîbê ji aliyê leşkerên tirk ve tê girtin. Her wiha bi sedan milîtanên komên cîhadîst ên ku ji ber êrîşê rejîmê reviyane li Idlîbê bi cih bûne.    PÊŞNIYARA JI BO PENABERAN   Lavrentyev di berdewamê de anî ziman ku ji bo vegera penaberan a Sûriyeyê pêşniyara piştgiriyê li Tirkiyeyê kirine û wiha domand: “Li Tirkiyeyê 3.5 milyon penaberên Sûriyeyê dijîn. Ji bo xwedîderketina ewqas penaber pêwistiya wan (Tirkiye) jî bi piştgiriyê heye. Ji ber vê yekê dema em li Enqereyê bûn ji bo penaberên Sûriyeyê vegerin welatê xwe me peşniyara bernameyekê xebatê li Tirkiyeyê kir.”   CAFERÎ: EM Ê WAN DERXIN   Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NW) yê Sûriyeyê Beşar Caferî jî ku duh li Soçiyê beşdarî hevdîtinên aştiyê bû, heman nirxandinan kiribû. Caferî hebûna leşkerên tirk a li ser xala Sûriyeyê wek ‘dagirkerî’ nirxandibû û gotibû ku hikumeta Sûriyeyê bi biryare ku dê kontrola tavahiya Sûriyeyê bike bin serweriya xwe û dê leşkerên tirk ji Sûriyeyê derxe.