Navê sembola berxwedana Fîlîstînê Tamîmî û dayika wê hatin berdan 2018-07-29 12:52:48 NAVENDA NÛÇEYAN  - Ahed Tamîmî ya Fîlîstînî û dayika xwe Nerîman Tamîmî yên 8 mehin li Îsraîlê di girtîgeha lêşkerî de girtîbûn, hatin berdan.     Zaroka 17 salî Ahed Tamîmî ya bû yek ji sembolên berxwedana Fîlîstînê û weke “Keça cesûr a Fîlîstînî” tê bibîranîn bi dayika xwe Nerîman Tamîmî yên 8 mehin li Îsraîlê di girtîgeha leşkerî de girtîbûn re hatin berdan. Berdevkê Serwîsa Girtîgehên Îsraîlê Assaf Lîbralî, eşkere kir ku Ahed Tamîmî û dayîka xwe Nerîman Tamîmî hatine berdan û leşkeran ew şandin Fîlîstînê. Parêzerê Tamîmî, diyar kir ku ji xwe cezayê wan di 19’ê Tebaxê de dê bi dawî bûbûya, lê rayedaran biryar dan ku zû bên berdan.   Tamîmî di 19’ê Kanûna 2017’an de hat binçavkirin û li dadgeha Îsraîlê, di meha Adarê de, bi sûcdariya “Astengî ji bo leşkerên Îsraîlî derxistin û êrîşî leşkeran kirin” 8 meh cezaya girtîgehê dabû Tamîmî.