HDP'ê nameyek 'piştevaniyê' ji Yewnanîstanê re şand 2018-07-27 13:40:45   ENQERE - HDP'ê ji ber şewata li daristanên Yewnanîstanê nameyek ji partiya Syrîza ya li desthilatdariyê re şand û peyama piştevaniyê da.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber şewaa li daristanên Yewnenîstanê ku 82 kesan jiyana xwe ji dest dan û 180 kes jî birîndar bûn nameyek piştevaniya ji Yewnenîstanê re şand.    Name bi mohra Parlamenterê Îzmîrê û Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Ekolojiyê Berpirsyar Mûrat Çepnî hat şandin. Di nameyê de hat gotin, "Li erdnîgariya ku hûn lê dijîn, daristanên li herêma Rafîna û Kînetayê tevî hemû zindiyên di nav de, li gel xizmên me, malên we, dehl û rezên we dişewitin û dilê me jî bi wan re dişewite. Em bi vê êşê zanin û baş nas dikin."   Çepnî diyar kir ku ew sînorê navbera xwe nas nakin û got, "Em bi we re ne. Em amade ne birînên we bipêçin, qadên xwezayî biparêzin û çi ji destê me bê em amade ne bikin."   Li Yewnanîstanê ji ber şewata li daristanan li herêma Atînayê herî kêm 82 kes mirin û 180 kes jî birîndar bûn. Hikumetê ragihand ku li gorî delîlên di destê wan de dibe ku şewat bi zanebûn hatibe pêxisin.