Piştperdeya bazariya Brûnson 2018-07-27 12:32:38   NAVENDA NÛÇEYAN – Washington Postê ragihand ku Trûmp ji Netanyahû xwestiye ku welatiya Tirkiyeyê Ebrû Ozkan berde.    Rojnameya Washington Postê ragihand ku serokê Amerîkayê Donal Trump di 14’ê tîrmehê de li serokêwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû geriyaye û jê xwestiye ku welatiya Tirkiyeyê Ebrû Ozkan a ku li Îsraîlê hatibû girtin, berde. Rayedarê Îsraîlê yê ku ji rojnameya Washington Postê re axiviye radigihîne ku Ozkan di çarçoveya peymana bazariya li ser  Andrew Brûnson a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hatiye berdan.   Di nûçeyê de tê angaştkirin ku Trump bi telefonê li Netanyahû geriyaye û jê xwestiye ku Ozkan di berdêla Brûnson de berde. Îsraîl nûçeya nûçeya rojnameyê piştrast kir û diyar kir ku daxwaza berdana Ozkan di çarçoveya bazariya li ser rahîp hatiye kirin. Rayedarê Îsraîlê her wiha got ku dikare teyît bike ku daxwaza berdana Ozkan ji Trump hatiye.    ÇI BÛBÛ?   Ebru Ozkan di 11’ê hezîranê dema ji serdana xwe ya Qudsê vedigeriya, li balefirgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê ve hatibû binçavkirin û girtin. Di angaştnameya ku têkildarî Ozkan hatibû amadekirin de hatibû diyarkirin ku Ozkan piştgiriya pere û amûr ji Hamasê re biriye. Dadgehê di 15’ê tîrmehê de biryara desteserkirina pasaporta Ozkan dabû û ew tahliye kiribû.    Rahîpê amerîkî Andrew Brûnson jî ku bi sûcdariya “FETÖ” ve “PKK” 21 meh bûn li Tirkiyeyê girtîbû û cezayê 35 sal girtîgehê jê re dihat xwestin, beriya çend rojan bi şertê kontrola edlî cezayê hepsa malê lê hat birîn.  Trump têkildarî cezayê hepsa malê ya Brûnson daxuyaniyek da û ev tişt got: “Amerîka ji ber girtina dema dirêj a Brûnson dê li ser Tirkiyeyê biryara bin danekirinan bide.” Tirkiyeyê bertek nîşanê vê daxuyaniya Trump dabûn.