Li Sûriyê di êrîşên xwekujî yên li peyhev de 38 kes mirin û 37 kes jî birîndar bûn 2018-07-25 11:58:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Suveyda ya Sûriyeyê, di êrîşên xwekujî yên li pey hev pêk hatin de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn,   DAIŞ’ê li bajarê Sûweyda ya Sûriyeyê ku dibin kontrola hêzên rejîmê de ye, çend êrîşên xwekujî pêk anîn. Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, derbarê êrîşan de, diyar kir ku li gel mirina 38 kesan bi dehan kes jî birîndar bûn.   DAIŞ'ê piştî êrîşên xwekujî êrîş birin ser gundên herêma Sûweydaya ku bi temamî di kontrola rejîmê de ye. DAIŞ’ê li çola bakurê rojhilat ê herêma Sûweydaya êrîş kir.    Saziya Çavdêriyê ji bo êrîşên roja Çarşemê ragihand ku êrîşa herî berfireh a DAIŞ'ê ya mehên dawî ye. DAIŞ'a ku li Sûriyeyê derba giran xwar, tenê herêmek biçûk di destê wan de mane. Berpirsyarekî bajarê Sûweydaya ji AFP'ê re axivî û got: "Sê êrîşên xwekujî li navenda bajêr teqandin." Berpirsyar diyar kir ku hin êrîşkarên din ên bombeyî jî êrîş birine ser gundên li bakurê rojhilat ê herêmê.   Qenala televîzyonê ya dewletê ragihand ku yekîneyên artêşê ji bo şikandina êrîşa DAIŞ’ê dest bi operasyonê kirine.