Ji Katalonyayê bersiv: Em biaxivin 2017-10-16 11:42:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont bi nameyekê bersiv da pirsa ‘Hûnê serxwebûnê ragihînin?'. Carles Puigdemont heftiya borî li ser ragihandina serxwbûnê tu daxuyanî nedabûn lê îro hûrgiliyên der barê nameya Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy şandibû de, zelal bûn.   Li gorî çapemeniya Katalonyayê Puigdemont bersiva pirsa ragihandina serxwebûnê bi aşkereyî nedaye. Puigdemont di nameya xwe de diyar kir ku divê di van her du mehên pêş de bi Rajoy re deriyê diyalogan vebe.   Li aliyê din Rajoy ji Puigdemont xwestibû ku helwesta xwe zelal bike û heta îro saet 10’an wext dabûyê. Her wiha Rajoy aşkera kiribû ku heke Katalonya di serxwebûnê de biryardar be, dê Rêverberiya Madrîdê dê xweseriya Katalonyayê rawestîne.   WEZÎRÊ EDALETÊ: BERSIVEK DERBASDAR NÎNE    Rêveberiya Îspanyayê jî bertek nîşanî nameya lîderê Katalanê da. Wezîrê Edaletê yê Îspanya Rafael Catala ji nameya Puîgdemont re got ku: “Bersivek ne derbas dar e.”