Li Behraspî keştiya ku penaber tê de bûn noqî avê bû 2024-09-05 14:39:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa Komîsertiya Bilind a Penaberan a NY’yê ya Îtalyayê ragihand ku di Behraspî de keştiyeke ku penaber tê de bûn noqî avê bûye û herî kêm 20 penaber winda bûne.    Şaxa Komîsertiya Bilind a Penaberan (UNHCR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îtalyayê ragihand ku di 1’ê îlonê de keştiyek noqî avê bûye û 20 kes winda bûne. Hate diyarkirin ku di qezayê de 7 kes ji aliyê Ewlehiya Peravê ya Îtalyayê ve hatine xelaskirin û ev kes sûriyeyî ne.    Li gorî Rêxistina Koçê ya Navnetewî (IOM) di sala 2023’yan de zêdetirî 3 hezar penaberan dema hewl da ji Behraspî derbas bibin winda bûn.    Li gorî reqamên Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê, kesên bi rêya behre tên ji serê salê ve kêm bûne. Di navbera 1’ê çileyê û 4’ê îlonê de 43 hezar û 61 kes, di heman demasala sala 2023’yan de 115 hezar û 177 kes hatine qeyitkirin.