Li Taylandê lehî û hezaz: 22 kes mirin 19 kes birîndar bûn 2024-08-27 09:32:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Taylandê ji ber barîna barana zêde lehî rabû û hezaz çêbû. Di encamê de 22 kesan jiyana xwe ji dest da.    Baranên mûsonê yên li Başûrê Asyayê bi bandor in, li Taylandê li gelek bajaran jiyan anî asta rawestandinê. Di daxuyaniya ji aliyê Departmana Pêşîlêgirtina Afetê ya Taylandê (DDPM) ve hate dayîn de hate ragihandin ku di navbera 16’ê û 25’ê tebaxê de di lehiya rabû û hezaza çêbûyî de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 kes jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku 21 hezar û 824 xanî ji karesatê bi bandor bûne.    Eyaletên Chiang Rai, Phayao, Nan, Phrae, Phetchabun û Nakhon Si Thammarat ku barîna baranê lê bi bandor bû weke herêma lehiyê hate ragihandin û Departmana Meteorolojiyê ya Taylandê welatî hişyar kirin ku dê barîna baranê heta dawiya mehê berdewam bike.