Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan dê ewilî serdana Iraqê bike 2024-08-26 13:35:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomariya Îranê ragihand ku meha bê wê Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan serdana paytexta Iraq Bexdayê bike.    Hate diyarkirin ku Serokkomarê Îranê Mesût Pezeşkiyan dê meha pêşiya me de serdana paytextê Iraqê Bexdayê bike. Li gorî nûçeya ku ajansa nuçeyan ya Axbar Ajila ji çavkaniyekî Serokkomariya Îranê girtî, dê Pezeşkiyan di dawiya meha Îlonê de serdana Iraqê bike.    Her wiha hate diyarkirin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Êraxçî, Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Neftê, Wezîrê Niştecihbûnê û Serokê Banka Navendî ya Îranê dê di nava şandeya li gel Mesûd Pezeşkiyan de cih bigirin.   Ajansa Axbar Ajila da zanîn tê payîn ku Serokkomarê Îranê piştre ji bo beşdarbûna civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biçe New York a Amerîkayê bike.   Hêjayî gotinêye ku piştî hilbijartina Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pezeşkiyan, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji bo serdana Bexdayê vexwendinameyek fermî pêşkêşî Mesûd Pizişkiyan kiribû.