Li Bosna Hersekê êrişa çekdarî: 3 kes mirin kesek birîndar bû 2024-08-21 13:34:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa çekdarî ya li dijî dibistana navîn a li Bosna Hersekê hatiye lidarxistin de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.    Li dijî dibistanekî li bajarokê Sanskî Most a Bosna Hersekê êrişa çekdarî hat lidarxistin. Li gorî agahiyên nûçeyên çapemeniya herêmê, di êrişa li rojhilatê welat hatiye kirin de 3 xebatkarên dibistanê jiyana xwe ji dest dane û kesek jî bi giranî birîndar bûye.    Polîs daxuyandin ku êrişkar di dibistanê de xebatkarekî zilam bûye. Piştî agahîdayînê gelek polîs û tîmên tenduristiyê şandin li cihê bûyerê.