Dadgeha Iraqê serlêdana Eniya Tirkmen û Rakan Ciburî red kir 2024-08-20 12:16:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Federal a Iraqê serlêdana Serokê Eniya Tirkmen Hesen Toran û parêzgarê berê yê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Ciburî, ya ji bo betalkirina encama civîna encûmena parêzgeha Kerkûkê red kir.   Roja 10’ê tebaxê li Bexdayê bi amadebûna 9 endamên encûmena parêzgeha Kerkûkê parêzgarê Kerkûkê û serokê encûmena parêzgehê hatibûn hilbijartin. Piştî vê yekê aliyê Tirkmen û beşek ji Ereban nerazîbûn nîşan dabûn. Ji bo betalkirina encama civînê jî Serokê Eniya Tirkmen Hesen Toran û parêzgarê berê yê bi wekalet yê Kerkûkê Rakan Ciburî, serî li Dadgeha Federal dabûn û giliyê encama civînê kiribûn.    Dadgeha Federal der barê serlêdana Hesen Toran û Rakan Ciburî de daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber ti rewşek ku encamên civîna encûmena parêzgehê were betalkirin nîne, ew giliyê hat kirin red dikin.